Iraq: Bi hevkariya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re kampên koçberan digirin

Hikûmeta Iraqê radigihîne, ji destpêka sala ve, bi hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, kampên koçberan digirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê radigihîne, ji destpêka sala ve, bi hevahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, kampên koçberan digirin.

Encûmena Wezîran a Iraqê civiya. Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê Hesen Nazim biryarên civînê xwendin û diyar kir: “Di destpêka sala bê de bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê kampa koçberan bên girtin. Di çend hefteyên pêş de li parêzgehên Iraqê ti kampeke koçberan namîne.”

Hesen Nazim got: "Di mehekê de nêzîkî 25 hezar koçber vegeriyane herêmên xwe. Ev yek jî bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan û saziyên ewlekariyê bû. Di hefteya pêş de soz hatiye dayîn ku 3 kampên din li parêzgeha Selahedînê bên girtin û krîza koçberan bi dawî bibe. Niha tenê 6 kamp li parêzgehên Neynewa, Kerkûk, Diyala û Enbarê mane."

Wezîrê Rewşenbîrî yê Iraqê got: "Koçber rojane vedigerin herêmên xwe. Di nava çend hefteyên pêş de wê 3 kampanyayên din werin girtin. Bi vî rengî wê krîza koçberan a li parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selahadîn bi dawî bibe û ti kampek jî namîne. Di destpêka sala bê de pilanek ji bo girtina kampên li Herêma Kurdistanê heye û ev jî bi hevkariya hikûmeta Herêmê dê bibe."

Li gorî daneyên ne fermî, hejmara koçberan li tevahiya Iraqê gihaştiye 5 milyon û 500 hezarî. Ji bilî wê jî nêzî milyonek kesên ku di dema şerê DAIŞ'ê de ji Iraqê derketine welatên cîran û Ewropayê.

Herêma Kurdistanê ji bo koçberên Iraqê bûye cihê pêşwazîkirinê û ji dema êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û vir ve bi sedhezaran kes li kampên li Herêma Kurdistanê bicih bûne. Herwiha Bi dehhezaran Êzidî hîn jî li kampên Herêma Kurdistanê bi taybetî li kampên li Duhokê dimînin. Ew ji ber nearamiya li herêma wan û hebûna komên çekdar nikarin vegerin.