Seroka Şaredariya Parîsê sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ragihand.

Hewlêr (K24) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo di peyamekê de sersaxî da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî anî ziman.

Peyama sersaxiyê ya Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo wiha ye:

Birêz Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Bi xemgîniyeke mezin, min nûçeya koça dawî ya ji ber Covid-19 ya Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî bihîst. Herêma Kurdistana Iraqê û xelkê Hewlêrê, siyasetmedarekî jêhat û dilsoz ji dest da. Parîs jî dostekî giranbiha ji dest da, ku gelek dixwest peywendiyên dostane yên navbera her du bajaran bihêz bibin, ku ji sala 2019an ve çarçoveya peymannameya dostanî û hemahengiya navbera her du bajaran hat danîn.

Bi navê xwe û hemû nişteciyên Parîsê, sersaxiya germ didim Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbat û xizmên Birêz Firset Sofî.

Ligel rêzgirtin

Anne Hidalgo

Parîs