Ilham Ehmed: Rûsya di ber êrîşên Tirkiyê de berpirsyar e

Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed ragihand, hêzên Rûsyayê di ber êrîşên li ser Eyn Îsayê de berpirsyar e.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Desteya Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed ragihand, hêzên Rûsyayê di ber êrîşên li ser Eyn Îsayê de berpirsyar e.

Seroka Desteya Cibicîkar a MSDê Ilham Ehmed ji K24ê re ragihand, hêzên Rûsyayê li Eyn Îsayê dimînin û ew di ber êrîşên li ser wê herêmê çêdibin de berpirsayar e.

Tekezî li wê yekê jî kir, divê Rûsya li gor rêkeftina ku bi Tirkiyê re îmze kiriye, tevbigire û erkên xwe rabe.

Zêdetirî 40 rojan e herêma Eyn rastî topbarana grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve tê. Herwiha di çend rojên borî de jî rastî êrîşeke bejahî hat û şer di navbera wan û şervanên HSDê de derkeve.