Li Bexdayê li ber firoşgeheke mey teqînek qewimî
Navenda Nûçeyan (K24) – Şevê din li navenda Bexdayê devera Kerade, firoşgeheke mey hat teqandin.
Jêdereke ewlehiyê li Bexdayê derbarê bûyerê de ragihand ku bombeyeke vedayî li ber firoşgeheke alkol teqiya û zirareke mezin li cihê bûyerê derket holê.
Herwiha hat eşkerekirin ku ti zirareke giyanî derneketiye holê.