Li Dêrsimê teqîn, 4 leşker birîndar bûn

Serleşkeriya Bajarî li dijî PKK û hêzên çekdarên çepkir li Dêrsimê Operasyonên berfireh pêk tîne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Bajarê Dêrsim Navçeya Pulur (Ovacık) bombeyek teqîya û 4 leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn. Dema kelûpelên hêzên çekdar dihatin têkbirin ev teqîn pêk hat.

Serleşkeriya Bajarî li dijî PKK û hêzên çekdarên çepkir li Dêrsimê Operasyonên berfireh pêk tîne. Di encama lêgerînan de hinek kelûpel hatin dîtin.

Leşkeran hewl dan wan kelûpelan têk bidin û bombeyek teqîya. Leşkerên birîndar bûne bi helîkopteran birin nexweşxaneya Elezîz.