Helwesta Trûmpî ya derheqê kûştina zanyarê atomê yê Îranî de

Trûmp Twitên rojnamevanê Îsraîlî Yossi melman belav dike û dibêje...

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dewletên Yêkbûyî yê Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp nûçeya derheqê kuştina Mûhsin Fexrîzade de retweet kir. Têde dibêje, "Ev derbeyekî mezin e."

Îro zana û damezirînerê enerjiya atomî ya Îranê Mûhsin Fexrîzade hat kûştin.

Trûmp twita rojnamevanê Îsraîlî Yossi Melman belav dike û di wê twîtê de dibêje:

"Li gor nûçeyên ji Îranê, Muhsin Fexrizade li Damawenda rojhilata Tehranê hate kuştin. Ew serokê bernameya atomî ya nihênî ya Îranê bû. Mossad bi salane li wî digeriya. Mirina wî ji aliyê psîkolojîk û profesyonelî ve derbeyeke mezin li ser Îranê."

Di Sosyal Medyayê de ev helwesta Trûmpî wekî piştevaniyê êrişê hat şrovekirin.

Fexrîzade di heman demî de Serokê Rêxistina Lêkolînên Atomî û Nûjeniyê (Onnovasyon) yê Wezareta Parastina Îranê bû.