Behmen Dogu projeya xwe “Bêjan” dide nasandin

Lîstika Bêjan fêrbûna zimanê Kurdî ji bo zarokên serdema dîjîtal hêsantir bike.
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) – Bêguman yek ji hêz û nirxên giringtirîn bo neteweyekê, zimanê zikmakî û veguhestina zimanê zikmakî nifş ji nifşê re ye. Bi zanîna vê yekê xwediyê yekem lîstika Kurdî ya dîjîtal "Bêjan"ê Behmen Dogu jî, bi projeyên wiha, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê hewl dide fêrbûna zimanê Kurdî bo zarokên serdema dîjîtal hêsantir bike.

"Fêrbûna zimanê zikmakî, siyaset jî di nav de ji her tiştî girîngtir û biqîmettir e." Xwediyê wan gotinan hilberînêrê projeya yekem lîstika Kurdî ya dîjîtal ya bi navê "Bêjan", Behmen Dogu ye. Behmen Dogu bo danasîna projeya xwe ji aliyên curbecur yên siyasete ve jî hevdîtinan pêk tîne. Herî dawî li Enqereya Paytextê Tirkiyê bi serokê giştî yê partiya Opozîsyona Sereke ya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtinek pêkanî. Dogu projeya xwe ya bi navê Bêjan wiha dide nasîn.

Xwediyê Projeya Bêjan, Behmen Dogu ji K24ê re got: “Yani projeya me Bêjan, 4 gavên wê hene. Vê ga lîstika me ya yekem derket. Em haziriya ya duyemîn û fîlmekê jî dikin. Seta me ya bejan kurmancî fêr dibe jî vê gavê tê firotin.”

Li aliyê din Dogu dibêje zimanê Kurdî her tim bi siyasete ve dihate girêdan û di warê siyasete de cih digirt, me ev yeke dît û xwast bo zarokên xwe tiştek ji durî ev hişmendiyê çêbikin.

Behmen Dogu dibêje: “Vêga zarokên me lîstikên bi zimanê Tirkî yan jî îngilîsî dilîzin. Lîstikek Kurdî di appstore yan jî playstorean de ji loma gelek bal kişand. Di warê pedagojiye de jî bingeha projeya me bihêz bû.”

Behmen Dogu, Alî Babacan, Mîthat Sancar, Îshaq Saglam û Kemal Kilicdaroglu jî di nav de bi aliyên curbecur yên siyasî re bo danasîna projeyên xwe yên li ser zimanê zikmakî hevdîtin pêk anîn. Dogu diyar kir ku wî bo hevdîtinê daxwaz ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Ahmet Davûtoglu jî kiriye.