Keştiya Tirkiyê ji rojhilatê Deryaya Spî vegeriya

Tirkiyê keştiya xwe ya bi navê Oruç Reis a ku li rojhilatê Deryaya Spî li gaz û petrolê digeriya, vegerande bendera Antalyayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyê keştiya xwe ya bi navê Oruç Reis a ku li rojhilatê Deryaya Spî li gaz û petrolê digeriya, vegerande bendera Antalyayê.

Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê ragihand; keştiya Oruç Reis erkê xwe temam kiriye, ku di 20ê meha Tebaxê de li rojhilatê Deryaya Spî dest bi lêgerîna çavkaniyên enerjiyê kiribû. Herwiha eşkere kiriye; piştî ku keştiyê li ser 10 hezar û 995 kîlometre zanyarî berhev kirine, vegeriyaye bendera Antalyayê.

Ev di demekê de ye ku biryar e piştî du hefteyan Lûtkeya Ewropayê were sazkirin, ku wisa tê pêşbînîkirin; ji ber reftarên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Spî, siza bi ser wê de werin sepandin.

Tirkiyê berê jî keştiya xwe vekişandibû, berî pêkanîna lûtkeya berê ya Ewropayê di Cotmehê de, lê car din keştiya xwe şand û piştre ragihand ku encam dilxweşker nînin.

Li ser çarçoveya sînorê avî û mafên bikaranîna enerjiya li rojhilatê Deryaya Spî, daxwazên Tirkiye û Yewnanistanê li hev nagirin, tevî wê yekê ku her du welat jî endamên NATOyê ne.