Du wezîrên Brîtanyayê serdana Hewlêrê dikin
Hewlêr (K24) – Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Wezîrê Hêzên Çekdarî yên Brîtanyayê, bi fermî serdana paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê dikin.
Biryar e, sibe 2 wezîrên Brîtanyayê seredana Hewlêrê bikin û çendîn civînên taybet encam bidin.
Wezîrê Dewletê bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Wezîrê Hêzên Çekdar serdana Herêma Kurdistanê dikin, bi mebesta gotûbêjkirina pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê.
Her du wezîr li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyabûn.
Ofîsa Kazimî ragihandibû, aliyan tekezî li bihêzkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Brîtanyayê de kirine, li ser bingeha wan zincîre rêkeftinên, ku di serdana Kazimî de bo Brîtanya hatibûn îmzekirin.
Herwiha tekezî li ser birêveçûna gotûbêj û danûstandinan ligel aliyên navçeyê, bo aramkirina rewşa navçeyê û rûbirûbûna terorê, hatine kirin.