Rûsya û Tirkiye navendeke çavdêriyê ya hevbeş dadimezrînin
Hewlêr (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand; Enqere û Moskow li ser damezrandina navendeke çavdêriyê ya hevbeş li Qerebaxê, belgenameyek îmze kirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Gotûbêjên teknîkî yên navbera Rûsya û Tirkiyê li ser damezrandin û çalakkirina navendeke çavdêrîkirina agirbestê li Qerebaxê bi dawî bûn û rêkeftinek har îmzekirin.”
Herwiha di daxuyaniya wezaretê de hatiye diyarkirin; Rûsya û Tirkiye amadekarî dikin ji bo destpêkirina xebata di vî warî de.
Di 10ê Mijdarê de serkirdeyên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê ji bo sekinandina şerê li Nagorno-Qerebaxê rêkeftinek îmze kirin.
Li gor wê rêkeftinê, Ermenistan qebûl kir ku bajarên Kelbicar, Laçîn û Exdamê ji Azerbaycanê re bihêle û her du aliyan soz dan ku dîl û termên kuştiyan pevguherînin.