Babacan bo K24: Pirsa Kurd car din mezin bûye

Serokê Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê (DEVA) Alî Babacan bertek li gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nîşan da.

Enqere (K24) - Serokê Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê (DEVA) Alî Babacan bertek li gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan nîşan da, ku gotibû “Li vî welatî pirsa Kurd tine ye", Babacan diyar kir: “Nabe desthilat bibêje pirsa Kurdî heye an tine, divê welatiyên Kurd bibêjin pirs heye an tine ye.”

Alî Babacan li navenda giştî ya partiya xwe, bi nûnerên saziyên tendirustiyê hatin ba hev û ligel Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê Şebnem Korur Fincanci civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan li ser pirsa nûçegihanê Kurdistan24ê ya derbarê gotinên Recep Tayyip Erdogan de diyar kir; gelek rêxistinên sivîl hene ku li ser vê mijarê kar dikin û divê ew bên guhdarkirin û bi hev re rêyeke çareseriyê were dîtin. Babacan got, Kurd di gelek waran de rastî cudahiyê tên û Tirkiye di Dadgeha Mafên Mirov de jî hatiye mehkumkirin.

Alî Babacan got: “Divê hûn ji welatiyên Kurd bipirsin, gelo pirsa Kurdî heye yan tine. Dema hikûmet bibêje tine, pirs ji holê ranabe. Rast e, demek ji bo çareserkirina vê pirsê gavên girîng hatin avêtin. Lê îro ev pirs careke din mezin bûye. Derbarê mafên bingehîn de pirsgirêkên cidî hene. Di gelek karên dewletê û erkan de cudakariyek pir mezin heye, wekhevî tine. Divê destpêkê ji welatiyên Kurd û rêxistinên sivîl ku li ser vê mijarê kar dikin, were pirskirin.”