Gelo Tirkiye dê li gel Yekitiya Ewropa û NATO heyameke nû bide destpêkirin?

Piştî ku Joe Biden veke serokê nû yê Amerîkayê hate hilbijartin, yek jî mijara tê meraqkirin pêwendiyên Tirkiye yên bi NATO û Yekîtiya Ewropayê re ne.
kurdistan24.net

 

Enqere (K24) - Piştî ku Joe Biden veke serokê nû yê Amerîkayê hate hilbijartin, yek jî mijara tê meraqkirin pêwendiyên Tirkiye yên bi NATO û Yekîtiya Ewropayê re ne. Piştî hilbijartina Biden di 1ê Kanûnê de civîna NATO û di 10 û 11ê Kanûnê de jî civîna Yektiya Ewropayê heye. Gelo di van her du civînan de ji bo Tirkiyê çi tê çaverêkirin.

Li gorî hin pisporên Tirkiyê li pêşiya NATO û Tirkiye gelek mijar hene ku weke kêşe dimînin û bi serokatiya Joe Biden de jî ev kêşe dê heta heyameke dirêj serê Tirkiyê biêşînin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Kurşat Atilgan ji Kurdistan24ê re ragihand: “Li Deryaya Naverast, Lîbya, Qibris, Sûriye û di mijara nêzîkbûna bi Rûsyayê re NATO aciziya xwe her raberî Tirkiyê dike. Her çiqas Tirkiye endameke girîng ya NATOyê be jî ev çend sal in pêwendiyên navbera her du aliyan de bi kêşe ne. Heta ku Tirkiye politikaya xwe ya derve û nêzîkbûna xwe ya bi Rûsyayê re neguhere, di vê civînê de û bi destpêkirina serokatiya Biden de jî dê pêwendiyên Tirkiye û NATO her rageş berdewam bikin.”

Ligel civîna NATO derbarê civîna Yekitiya Ewropayê ya 10 û 11ê Kanûnê de jî Prof. Dr. Haydar Çakmak dibêje ku Tirkiye heman kêşeyên bi NATOyê re bi Yekitiya Ewropayê re jî dijî, lê ji bo gemaroyan NATO û YE dê benda destpêkirina serokatiya Biden bin.

Prof. Dr. Haydar Çakmak diyar kir: “Taybetî Yekitiya Ewropayê di mijarên Deryaya Naverast û Kafkasyayê de ji kiryarên Tirkiyê nerazî ye û eger dorpêç bên sepandin jî dê bi saya Fransa û Yewnanistanê li ser van mijaran dorpêç bên sepandin. Lê belê ez bawer nakim di civîna NATO û Yekîtiya Ewropayê de biryara gemaroyan bê dayîn. Her du rêxistin jî dê benda destpêkirina serokatiya Biden bin û dê NATO, YE û Amerîka bi hev re dijî Tirkiyê biryarekê bidin.”

Herwiha nûnerê polîtîkayên ewlehî û karûbarên derve yê Yekitiya Ewropayê Josep Borell jî hefteya borî diyarkir ku taloqkirina dema gemaroyên bo ser Tirkiyê di meha Kanûnê de bidawî dibe û Parlementoya Ewropayê jî bang li Yekitiya Ewropayê kiribû ku gemaroyên giran bo ser Tirkiyê bên sepandin. Û Niha çav li encamên civîna NATO û Yekitiya Ewropayê ne.