Çar çekdarên DAIŞê li Mûsilê hatin desteserkirin

Polîsê Neynewa îro bi daxuyaniyekê ragihand; 4 çekdarên Dîwana Cundî ya ser bi çekdarên DAIŞê li parêzgeha Neynewa hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Neynewa îro bi daxuyaniyekê ragihand; 4 çekdarên Dîwana Cundî ya ser bi çekdarên DAIŞê li parêzgeha Neynewa hatin desteserkirin.

Polîsê Neynewa diyar kir: “Hêzeke hevbeş ji Fewca 12 ya Hawarçûnê ya Polîsê Neynewa û rêveberiya îstixbaratê û Dije-Terora Neynewa, piştî ku bi alîkariya welatiyan, zanyariyên bi hûrgilî bi dest xistin, 4 kesên çekdarên DAIŞê desteser kirin.”

Herwiha eşkere kiriye: “Kesên li aliyê çep ê Mûsilê hatin desteserkirin, berê di serdema desthilata DAIŞê de, li bin navê Dîwana Cund û Serbazgeha Giştî, ligel DAIŞê xebitîbûn.”