Gelek kes nexweşiyên werzî ligel Koronayê tevlîhev dikin

Nîşanên koronayê ji nexweşiyên din cuda ne.
kurdistan24.net

 

Stenbol (K24) – Li Cîhanê taybet li Cemsera Bakur ligel nexweşiya koronayê ji ber destpêka demsala zivistanê nexweşiyên ji sermayê peyda dibin jî her ku diçe zêdetir dibe û gelek kes van naxweşiyan û koronayê tevlihev dike û gava bi sermaye dikevin jî yekcar berev nexweşxaneyan ve baz didin. Welatiyên Tirkiyê jî bi heman awayî îfade dikin ku ew van nexweşiyan tevlihev dikin û ligel agahiyên tên parvekirin, hê jî di hişmendiya mirovan de di vî warî de zelaliyek çênebûye.

Li Tirkiyê ligel hejmara pêketiyên koronayê ber bi zivistanê re nexweşiyên ji sermayê peyda dibin jî roj bi roj zêdetir dibin. Ji ber ku semptomên wan dişibin hev, gelek kes grip anku şewbê û koronayê ji hev cûda nakin û dema ku bi şewbê dikevin jî bi gûmana koronayê baz didin nexweşxaneyan. Pispor diyar dikin taybet ponijîna ku ji şewbê peyda dibe jî ji aliyê gelek kesan ve wekî nîşaneya koronayê tê binavkirin û ji ber vê yekê gelek kes bi tirsa koronayê diçe nexweşxaneyê lê bi vî awayî barê xebatkarên tendirûstiyê jî girantir dibe. Pispor di vê derbarê de hişyarî didin û dibêjin; ligel ku semptom anku nîşaneyên korona û şewbê di hinek aliyan de bişibin hev jî lê her du nexweşî dikarin ji hev bên cûdakirin û heger ev yek bê kirin, li nexweşxaneyan jî qerebalix dê kêm bibe û bijîşk jî dê zêdetir karibin bi nexweşên koronayê re eleqedar bibin.

Welatiyek dibêje: "Ji bo kesekî ku lênekole û nexwîne gelekî asan e ku Korona û Şewbê tevlihev bike. Ji ber zivistanê şewba demsalî jî zêde û berbelavtir dibe. Ez jî bi berdewam bi sermaye dikevim û wê gavê di ponijim lê ya ku ez dizanim kesên bi koronayê dikevin na ponijin. Herwiha êdî em ketine rewşeke wisa ku gava li derve yan jî di siwareyekê de kesek di ponije em ji cihê xwe hildipekin. Dema mirov di ponije bi mask be jî herkes wekî cinawirekê lê dinêre û jê di reve."

Ligel cûdatiyên herdu nexweşiyan pirraniya mirovan nikarin nexweşiya Korona û Şewbê ji hev cûda bikin. Gelek kes di serêşekê de jî berev nexweşxaneyê ve baz dide.

Welatiyeke din diyar dibêje: "Nexweşiyeke gelekî metirsîdar e. Mirov nizane li kuderê û bi çi awayî dê tûş bibe. Her roj li ser televizyonan derbarê koronayê de bername tên çêkirin lê pirraniya mirovan nizanin cûdatiya di navbera Korona û Şewbê de çi ye. Ji loma êdî em di warê derûnî de jî nexweş ketin. Gava deverek li laşê me diêşe em ditirsin ku korona be û em diçin nexweşxanê. Helbet ji ber vê nexweşxane jî qerebalixtir dibin û pirrî caran kesên ne korona jî li nexweşxaneyan tûşî koronayê dibin."

Pispor amaje dikin ku nîşaneyên sereke yên koronayê hestpênekirina bênh, tehmê, herareta bilind, bêhnçikbûyîn, serêşî, piştêşî, kuxika hişk û ziwa, westîna laş û êşîna qirikê ye. Herwiha bijîşk dibêjin heger yek yan jî zêdetir yekê ji van nîşaneyan li mirovî peyda bibe û bi awayekî tûnd berdewam bike divê tekez bo testa kovîdê serî li nexweşxaneyê bê dayîn.