Li rojhilatê Kurdistanê 7 hezar kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane

kurdistan24.net

Ûrmiye (K24) – Heta niha li rojhilatê Kurdistanê 7 hezar kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane. Herî zêde hejmara qurbaniyan li parêzgeha Ormiyê ye. Di pêla sêyem a Koronayê de li rojhilatê Kurdistanê hejmareke mezin ji ciwanan canê xwe ji dest dane.

Li gorî amarên fermî, li rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 7 hezar kesan ji ber Koronayê ve canê xwe ji dest dane. Qurbaniyên herî zêde li parêzgeha Ûrmiyê ne. Li Ûrmiyê nêzîkî 95 hezar kes bi Koronayê ketine û 2983 kesan jî canê xwe ji dest dane. Heta niha nêzî 200 kesên ku temenê wan di bin 25 saliyê re ne.

Her çend e li her pênc parêzgehên rojhelata Kurdistanê zêde ye, biryar e roja Yekşemê qedexeya çûnûhatinê ya di navbera bajaran de were rakirin û asankariya zêdeti ji bo çûnûhatinê bê kirin. Li gel vê yekê rayedarên tendirustiyê hişdariyê didin ku hikûmet û welatî bi girtina rêkarên tendirustiyê dê bikaribin hejmara pêketiyan kêm bikin.