Guçlu: YE dixwaze di mijara maf û azadiyan de zextê li Tirkiyê bike

Nivîskar û lêkolîner Îbrahîm Guçlu li ser peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ragihand ku peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê gelek xirab bûne.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Nivîskar û lêkolîner Îbrahîm Guçlu li ser peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê ragihand ku peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê gelek xirab bûne, heta girêdayî mesela Behra Spî jî nîne û got: “Yekîtiya Ewropayê dixwaze di pirsgirêka maf û azadiyên mirovan de zorê bide Tirkiyê.”

Şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser peywendiyên Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê bersiv da pirsên Cemal Batun.
Li ser vê mijarê ku piştî du rojan serokên Yekîtiya Ewropayê dê sizayên bi ser Tirkiyê de binirxînin û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî diyar kiriye; ew hêvî dikin ku ligel Yekîtiya Ewropayê dest bi diyalogê bikin, Îbrahîm Guçlu destnîşan kir: “Problema Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê, ne problema îro ye, problemeke mezin e. Piştî berendambûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropayê di navbera wan de, di mesela mafên mirovan de, di mesela demokrasiyê de, di çarçoveya mafên mirovan de di mesela Kurdan de problemeke mezin hebû. Lê van salên dawî jî, girêdayî mesela Qibrisê, mesela Behra Spî ya rojhilat, di navbera Yewnanistanê û Tirkiyê de problemek heye.”

Îbrahîm Guçlu diyar kir: “Diyar e ku di nav Yekîtiya Ewropayê, dewletên Ewropayê de yekîtiyek tine ye, hevgirtinek tine ye di vê meselê de. Beşek dibêje ku divê em diyaloga xwe bi Tirkiyê re bidomînin.”

Berpirsyarê Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kiriye ku projeyek amade kirine û ew proje bi yekdengî ji aliyê wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê ve hatiye pejirandin û di wê projeyê de hin siza bi ser Tirkiyê de werin sepandin. Li ser vê mijarê Guçlu destnîşan kir ku peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê gelek xirab e, heta girêdayî mesela Behra Spî jî nîne û got: “Yekîtiya Ewropayê dixwaze di pirsgirêka maf û azadiyên mirovan de zorê bide Tirkiyê.”

Îbrahîm Guçlu eşkere kir: “Ewropa di mijara maf û azadiyan de gelek tund bûye, ez bawer dikim di pêşerojê de girêdayî maf û azadiyên mirovan, pirsa Kurd, mafê Kurdan, mesela demokrasiyê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de bibe problemeke mezin.”