Malpera Kurdistan24 bi dîzayneke nû li ber dest e

Di pêngaveke nû de, ji bo pêşxistina karê ragihandinê, dezgeha Kurdistan24 malpera xwe nû kir.

Hewlêr (K24) – Di pêngaveke nû de, ji bo pêşxistina karê ragihandinê, dezgeha Kurdistan24 malpera xwe nû kir.

Malpera Kurdistan24, ji destpêka damezirandin û weşana kanala Kurdistan24 ve û heta îro bi zimanê Kurdî (Soranî, Kurmancî), Erebî, Tirkî, Farisî û Îngilîzî di xizmeta wergirên xwe de bû û çirke bi çirke nûçeye û zanyariyên girîng derbarê bûyerên navxweyî, herêmî û cîhanî digihîne wergirên xwe. Di dema kar û xebatên xwe de, di rêzên pêşî yên malper û jêderê nûçeyan bûye.

Malpera Kurdistan24 di heyama karê xwe de cihê pêbaweriya wergir û bikarhênerên xwe bû. Her dem ji bo piştrastbûn ji rastî û dirustiya agahî û nûçeyan, wergiran serdana malpera Kurdistan24 kirine.

Îro Şarşemê 9. 12.2020an wergir û bikarhênerên tora civakî bi dîzayneke nû nûçe û zaniyariyan dibînin ku tê de taybetmendiyên pêşeyî û pêşkeftina teknolojîyaya ragihandinê li ber çav hatine girtin û ji alîyê pisporên kurd ên di warê dîzayn û IT ve hatiye dîzaynkirin.

Ligel nûkirina babet û dîzaynê jî, Malpera Kurdistan24 tekezî li ser parastina baweriya ku wergirên wê pê daye dike. Li ber ronahiya pabendbûn bi rastî û yasayên karê rojnamegeriyê, bi rastgoyî û hûrî û di çarçoveya stratejiyeke medyayî ya niştimanperwer de, nûçe û zanyariyan digihîne ber destê bikarhênerên xwe.