Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Mistefa Nêrweyî îro berbangê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawiyê ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Mistefa Nêrweyî, peyameke sersaxiyê belav kir.

Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Mistefa Nêrweyî îro berbangê li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawiyê kiribû. Ew heval û hevsengerekî nêzîk ê Barzaniyê Nemir bû û fermandar û kesayetiyekî diyar ê parêzgeha Duhok û Kurdistanê bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Bi xem û kovanekê me nûçeya koça dawiyê ya Pêşmerge û xebatkarê bernas û fermandarê li her du şoreşên Îlon û Golanê, têkoşer Mistefa Nêrweyî bihîst.”

Di beşeke din a peyamê de diyar kir: “Xwedê lê xweşbûyî Mistefa Nêrweyî, heval û Pêşmergeyekî hevsengerê nêzîk ê Barzaniyê Nemir bû, serkirdeyekî çavnetirs ê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê, kesayetiyekî xwedî paye û cihekî diyar bû di nava civaka Badînanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Behî û serxweşiyê li xwe, malbata xwedêjêrazî û xelkê Bedînan û Kurdistanê bi giştî dikin. Xwedêyê mezin canê wî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide me, kesûkar û hevalên wî.”