Li girtîgeha Urmiyê 14 girtiyên siyasî dest ji xwarin û vexwarinê berdan

Li bajarê Urmiyê yê rojhilatê Kurdistanê, komek girtiyên siyasî yên Kurd li dijî binpêkirina mafên xwe dest ji xwarin û vexwarinê berdan.
Zindana Navendî ya Urmiyê
Zindana Navendî ya Urmiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Urmiyêrojhilatê Kurdistanê, komek girtiyên siyasî yên Kurd li dijî binpêkirina mafên xwe dest ji xwarin û vexwarinê berdan.
 
Malpera mafên mirovan a Hengawê ragihandiye, îro danê sibê 14 girtiyên siyasî û mezhebî yên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, dest ji xwarin û vexwarinê berdan.
 
Li gorî agahiyan, ew girtiyên han gotine, ev demek e li girtîgehên Îranê qanûna kêmkirina sizayê girtiyên siyasî bi cih hatiye, tenê li girtîgeha Urmiyê bi cih nehatiye. Ji ber wê jî wan dest bi vê çalakiyê kirine heta mafên xwe bi dest bînin.
 
Navên wan girtiyên ku dest ji xwarin û vexwarinê berdane, ev in: Dara Reşîdî, Aran Tîbaş, Muhsin Mehalî, Xesro Zeristan, Bêhzad Ebasî, Seyîd Aram Emînul Selamzade, Farûq Levaşekî, Cewad Yûsifî, Mihemed Hesenpûr, Îrec Sofî, Husên Osmanî, Îbrahîm Xelîl Hemedanî, Salar Xelîl Hemedanî, Tofîq Ebdullahî.