Di kerentîneyê de mêr bi gulan dilê hevjîna xweş dikin

Mêrên ku dilê hevjîna xwe dihêlin, gulan dikirin û lêborînê ji hevjîna xwe dixwazin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di pandemiyê de ji ber metirsiya nexweşiyê di maweyên karantînayê de pirraniya xebatkaran êdî li malê dixebitin û ev yek jî dike ku taybet jin û mêr zêdetir bi hev re dem derbas bikin. Di vê maweyê de şer navbera hevseran de rû didin jî herî zêde feydeyê li karê gulfiroşan dike. Mêrên ku dilê hevjîna xwe dihêlin jî ji înternetê yan jî ji dikanan gulan dikirin û lêborînê ji hevjîna xwe dixwazin.

Vayrûsa koronayê û proseya karantînayê bi giştî li cîhanê ligel karîgeriyên nerênî li ser hinek kertan karîgeriyên erênî jî çêkir. Yek ji van kertan jî gulfiroşî ye. Li gor agahiyan di maweya pandemiyê de karê gulfiroşên li Stenbolê gelekî baştir bûye. Wekî sedem jî tê ragihandin ku; di pandemiyê de ji ber proseya karantînayê jin û mêran bi hevre zêdetir dem derbaskirine û ligel vê yekê şer û pevçûnên navbera wan de jî zêdetir bûne û bo ku ber dilê wan ve biçin û lêborînê bixwazin mêran ji hevsera xwe re gul kirîne. Vê yekê jî taybet li ser karê gulfiroşan karîgeriyên erênî çêkiriye û bazara gulfiroşan li Tirkiyê geş bûye.

Gulfiroşek dibêje: "A rastî karê me di pandemiyê de hê zêdetir bû. Berê bi tene rojên taybet yên wekî cejin, rojbûn yan jî salvegeran de me zêdetir gul difirotin lê niha em jî pê hesiyan ku ji ber ku jin û mêr ligel hev zêde dem derbas dikin şerên wan jî zêdebûne û taybet jî bo lêborînê mêr ji hevserên xwe re gulan dikirin. Helbet şer û pevçûn tiştekî nebaş e lê ji berk u piştre jî lihev dikin û em jî bi awayekî dibin wesîleya lihevhatinê ev yek bo me dibe sedema keyfxweşiyekê jî."

Li gor agahiyên gulfiroşan di vê maweyê de cûre gul û kulîlkên ku herî zêde tên e kirrîn gulên sor û orkîde ne. Dîsa li gor ragihandina gulfiroşan li ser têbiniyên li gel gul û kulîlkan tên firotin herî zêde nivîsên wekî "Evîna min ez dûh hinekî aciz bûm", "Li min bibore", "Ez ji te gelekî hez dikim" û "li min negire min tu dûh acizkirî" tê nivîsandin.

Gulfiroşeke din diyar dike: "Di pandemiyê de jin û mêr pirranî ji neçarî ligel hev dimînin û bi rastî jî ev rewşeke zehmete taybet bo hevseran. Bêgûman ji ber vê yekê dem bi dem şer û pevçûn dê rû bidin lê piştre lêborîn xwestin tiştekî baş û hêja ye. Ez jî rastî rakêşiyeke bi vî awayî hatim lê baş bû kû zêde tûnd nebû û me zû çareser kir."

Ji ber karantînayê di pandemiyê de berevajî gelek kertên din, karê gulfiroşan berev başiyê ve veguhertiye û wekî yek ji sedemên herî mezin yên vê yekê jî rakêşî û pevçûnên navbera jin û mêran de tê destnîşankirin. Herçiqas heta niha hejmara lêborînxwazan bi awayekî erênî karîgerî li ser karê gulfiroşan kiribe jî gumana berdewamkirina koronayê û dirêj bûna proseya pandemiyê jî li ser hemû kertan metirsiya xwe berdewam dike.