Berpirsên partiyan: Kesên êrîşî baregehên aliyên siyasî dikin, ji PKKê ne

Vê êvarê careke din hejmarek kes êrîşî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Kifrî kirin û hewl dan, baregehê bişewitînin
Hejmarek kes çek hildane û xwe weke xwepêşander bi nav dikin
Hejmarek kes çek hildane û xwe weke xwepêşander bi nav dikin

Hewlêr (K24) – Vê êvarê careke din hejmarek kes êrîşî baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Kifrî kirin û hewl dan, baregehê bişewitînin. Berpirsekî PDKê yê li Gemriyanê diyar kir: “Ew ne xwepêşander in, ew têkder û çete ne û ser bi PKKê ne.”

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, wan kesan li jêr navê "xwepêşandan" careke din agir berdan komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û ber bi baregeha PDKê çûn, lê hêzên ewlehiyê yên baregehê ew belav kirin.

Jêderên xwecihî yên li sînorê navçeya Kifrî ya ser bi parêzgeha Diyala, ku beşek ji îdareya serbixwe ya Germiyanê ye, eşkere dikin ku xortekî 21 salî yê bi navê Mîran Mihemed Şukrî yê xwendekarê Peymangeha Hunerên Ciwan a Kifrî yê beşa şanoyê, canê xwe ji dest da.

Canjidestdana Mîran, sêyem bûyera kuştinê ye di rêza wan kesan de ku hewl didin baregehên aliyên siyasî li navçe û nahiyeyên Silêmaniyê û îdareya Germiyan û Raperînê bişewitînin

Berî niha jî, roja 7ê Kanûna 2020an, di roja ewil a serîhildana nerazîbûnê de, li Kifrî du xortên din hatibûn kuştin, ku navê yek ji wan Ako Selman bû û 17 salî bû.