Li Diyarbekirê di hefteyekê de 3 xebatkarên tendirustiyê mirin

Ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve, li Diyarbekirê 17 xebatkarên tendirustiyê jiyana xwe ji dest dane.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Jûra Bijîşkan a Diyarbekir û Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ve li ber Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Perwerde û Lêkolînê derbarê rewşa tendirustkaran de civînek çapemeniyê hat lidarxistin û hat amajekirin ku li Diyarbekirê di hefteyekê de 3 tendirustkaran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Diyarbekirê derbarê rewşa tendirustkaran de saziyên sivîl bi daxuyaniyan bang dikin ku rewş her ku diçe xetertir dibe. Herî dawî jî Ji aliyê Jura Bijişkan a Diyarbekir û Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê ya Diyarbekir ve derbarê rewşê de daxuyaniyek hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku li Diyarbekirê di nava hefteyekê de 3 tendirustkaran ji vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane.

Seroka Jûra Bijişkan a Şaxa Dîyarbekir Bijişk Elîf Turan balê dikêşe ku bi sarbûna hewayê barê tendisrustkaran girantir bûye û divê tendirustkarên nû werin wergirtin.

Elîf Turan diyar kir: “Gelek tendirustkar bênavber 24 demjimêran dixebitin. Ev yek bo wan giran e. Divê ev şert û merc ji nû ve werin sererastkirin, mijarek din jî ew ku hijmara tendirustkaran kêm e. Divê tendirustkarên nû werin standin, da ku barê wan sivik bibe.”

Yek mijarên ku saziyên tendirustkaran jê bi gilî ne jî ew e ku di Lijneya Pandemiyê ya Bajêr de saziyên tendirustkar cih nagirin. Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken dibêje yên ku di qadê de bin metirsiyê de kar dikin ew in lê di lijneyê de cih nagirin.

Şiyar Guldîken eşkere kir: “Li gorî yasayê divê jûra bijişkan jî di nava lijneya pandemiyê de cih bigire. Lê di nav de nîne. Yên di qadê de kar dikin em in, yên tûşî vîrusê dibin em in, yên hember vîrusê ber xwe didin em in. Lê dema biryar tên standin em nînin.”

Saziyên sivîl ên tendirustkaran yên Diyarbekirê didin zanîn ku li gorî daneyên di destê wan de ji destpêka pêvajoya pandemiyê ve li Diyarbekirê ji 1 hezar û 400î zêdetir tendirustkar tûşî vîrusa koronayê bûne û her wiha 17 tendirustkaran jî ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest dane