Mesrûr Barzanî di salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê de peyamek belav kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 68emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand ku ew pîrozbahiyên herî germ arasteyî sekreter û hemû endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê dike û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwaze.

Di peyamê de hatiye diyarkirin ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê û jinên Kurdistanê bi giştî, beşdariyeke wan a diyar û bi bandor di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de hebû û di qonaxên cuda yên şoreşê de her dem piştgiriyeke bihêz a Pêşmerge û xebata me ya netewî û mafên jinên Kurdistanê bûn, loma ez bi rêz û pêzanînê li xebat û têkoşîna Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya di çespandina mafên jinên Kurdistanê de dinêrim.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye ku ew di xebata wan de hêviya berdewamî û serkeftina wan dixwaze ji bo dadperwerî û wekhevî û pêşveçûna hestê niştimanî û nehiştina tundiya civakî.