Hêzeke kurdî ya ser bi Heşda Şeibî ve hat pêkanîn

Ji bo cara yekem car fewceke kurdî bi ser Heşda Şeibî ve pêk tê û tevahiya endamên wê hêzên kurd in û li sînorê gundê Çexmaxê yê ser bi Kerkûkê ve bi cih dibin.
Hêza kurdî ya ser bi Heşda Şeibî ve
Hêza kurdî ya ser bi Heşda Şeibî ve

Hewlêr (K24) – Ji bo cara yekem car fewceke kurdî bi ser Heşda Şeibî ve pêk tê û tevahiya endamên wê hêzên kurd in û li sînorê gundê Çexmaxê yê ser bi Kerkûkê ve bi cih dibin.

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê ragihand, ew hêza kurdî li sînorê gundê Çexmaxê yê bajarokê Dubizê yê Kerkûkê û di pêngava yekemîn de 120 çekdarî navên xwe tomar kirine.

Her wiha destnîşan kir, ev hêz ser bi mihwerê Bakur ê Heşda Şeibî ve dibe.

Heşdî Şeibî mîlîşyayeke çekdar e û di sala 2014'an de bi fetweya Lêvegerê Şîayan ê Bilind ê Iraqê ava bû. Piştre di sala 2016 de yasayek ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve hat derkirin, di demekê de ku li gorî destûra Iraqê, destûr ji bo avakirina ti hêzekî nabe û ne yasayî ye.

Heşda Şeibî bi bihaneya şerkirina li dijî DAIŞ'ê hat avakirin, lê piştre ew hêz bi şerê taifî tê tometbarkirin.