Siûd Mela: ENKS ji bo bicihkirina mafên kurdan hemû hewlan dide

Serokê ENKSê tekez dike divê Sûriyeya pêşerojê, Sûriyayeke demokratîk, perlemanî û firehalî be û mafên pêkhateyên Sûriyê û di nava wê de mafên kurdan di nava destûra bê de parastî be.
Serokê ENKSê Siûd Mela
Serokê ENKSê Siûd Mela

Hewlêr (K24) – Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) pirsa danûstandinên Kurdî – Kurdî û çend pirsên din ên girîng gotûbêj kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo diyar kir, Emîndariya Giştî ya ENKSê bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela li bajarê Qamişlo civiya.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ENKSê di civînê de pirsên danûstandinên Kurdî – Kurdî, Komîta Destûra Sûriyê, karê ENKSê di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û karê ENKSê di nava Eniya Aştî û Azadiyê de gotûbêj kirin.

Di derbarê pirsa Komîta Destûra Sûriyê de, Serokê ENKSê Siûd Mela ji K24ê re ragihand, divê fişar li rêjîma Sûriyê bê kirin, da ku bi cidî tevlî mijara danîna destûra Sûriyê bibe.

Herwiha Mela tekez kir, divê Sûriyeya pêşerojê, Sûriyayeke demokratîk, perlemanî û firehalî be û mafên pêkhateyên Sûriyê û di nava wê de mafên kurdan di nava destûra bê de parastî be.

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) li rojavayê Kurdistanê, demek e Emîndariya Giştî ya ENKSê civînên xwe girê nedabûn.