Rêveberiya xweser bersiva Esed dide

Roja 7ê vê mehê, Serokê Sûriyê Beşar Esed li civîna berfereh a Wezareta Ewqaf di gotarekê de, tekezî liser wê yekê kiribû, gelê sûriyê Ereb e û hebûna pêkhateyên din piştguh xistibû.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser radigihîne, daxuyaniyên Beşar Esed li dijî pirrengiya çandî û olî ya Sûriyê ne û dibêje, Esed pêkhateya Ereb, ji bo berjewendiyên xwe bikar tîn e.

Roja 7ê vê mehê, Serokê Sûriyê Beşar Esed li civîna berfereh a Wezareta Ewqaf di gotarekê de, tekezî liser wê yekê kiribû, gelê sûriyê Ereb e û hebûna pêkhateyên din piştguh xistibû.

Rêveberiya Xweser a bakûr û rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyên dawî yên Serokê Sûriyê Beşar Esed, bi tekeziyê li kûrkirina aloziya Sûriyê, bi rêya siyaseta dûrxistin û mukirnehatin binav kir û got, "Ev yek pirrengiya çandî û olî li Sûriyê tune dike."

Hat destnîşankirin ku "Hîn jî hikûmet li himber gelek tiştan ne vekiriye û bi taybet pirrengiya li Sûriyê. Tekez jî kir, "Esed bi vê siyasetê, dixwaze pêkhateya Ereb ji bo xizmeta siyasetên xwe bikar bîn e."

Di daxuyaniya Rêveberiyê tê diyar kirin, "Înkarkirina pêkhateyan gelek ji gelên Sûriyê, dewlemendiya civakî, çandî û olî li Sûriyê tune dike. Ew tunekirin jî, xizmeta pêşeroja Sûriyê û yekîtiya gelê Sûriyê nake, berovajî jî, hewldanên parçekirina yekîtiya civakî hesantir dike."