Mesrûr Barzanî êrîşên PKKê bi tundî şermezar kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çend tweetan de êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ser hêzên Pêşmerge şermezar kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çend tweetan de êrîşên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ser hêzên Pêşmerge û destwerdanên wê yên di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê de bi tundî şermezar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Em bi tundî êrîşa şeva borî ya çekdarên PKKê ya ser hêzên Pêşmerge li devera Amêdî şermezar dikin. Di vê demê de sê Pêşmerge û efserê asayîşê, li ser destê çekdarên PKKê hatin şehîdkirin.”

Mesrûr Barzanî herwiha tekez kir: “Ev êrîşên PKKê û hewldanên wan bo destwerdan û ketina nav xwepêşandanên aştiyane yên welatiyên Herêma Kurdistanê, gefê li aramiya herêmê dixwe.”