Li parlamentoya Tirkiye di navbera HDP Û AK Partî de nîqaşên tûnd

Piştî Saruhan Oluç Soylu dîsa li ser vê meselê bersiv da Saruhan Oluç û îddîa kir ku wî behsa gele Kurd nekiriye û ligel van axaftinan navbera parlamenterên HDPê û AKPê de nîqaş û gengeşiyên mezin berdewam kirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li parlamentoya Tirkiyeyê ber bi hevdîtinên bûdeçeya Wezareta Karûbarên Navxwe ya sala 2021an re di navbera HDPê û AKPê de nîqaşên tûnd rû dan. Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê Partiya Demokratîk ya Gelan HDPê de axaftinên gelekî tûnd kir. Li ser vê axaftina Suleyman Soylu, parlamenterên HDPê nerazîbûn nîşan dan û li parlamentoyê Soylu protesto kirin.

Wezîrê Karên Derve Soylu got, "Dilê me rehet e, pare êdî naçin bo PKKê, pare diçin berîka gel de. Vê yekê jî wekî têbinî ligel xwe binivîsin. Bila ev jî bo we bibe kul û derdek. Heger piçekî rûmeta we heba we dê rojekê ji van mirovên medenî re jî sersaxî bixwasta. Bê heysiyetno."

Piştî Suleyman Soylu, Cîgirê Serokatiya Koma HDPê Saruhan Oluç bersiv da axaftinên Soylu û got: "Ew bi ser partiya wan re heqaretê li gelê Kurd dike û wekî partî, van heqaretên Soylu dîsa li wî vedigerînin."

Oluç got, "Me gavek berê li vê derê temaşeya şovekê kir. Her sal wezîrê karên navxwe tê li vê parlamentoyê heman şova xwe pêşkêş dike. Soylu, bo ku di têkoşîna xwe ya di nava desthilatê de sengerê xwe ji dest nede û vê têkoşînê berdewam bike hertim hewl dide ku me bikarbîne. Soylu bi ser me re ji gelê Kurd û hêzên demokrasiya Tirkiyê re gotiye 'bê heysiyetno'. Em gotinên wî yên qirêj raste rast lê vedigerînin."

Piştî Saruhan Oluç Soylu dîsa li ser vê meselê bersiv da Saruhan Oluç û îddîa kir ku wî behsa gele Kurd nekiriye û ligel van axaftinan navbera parlamenterên HDPê û AKPê de nîqaş û gengeşiyên mezin berdewam kirin û serokê parlamentoyê bo ku derdor aram bibe navber da hevdîtinan, bi vî awayî jî pevçûn rû nedan.