Şandeyê Brîtanya behsa çareseriya krîza Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyê Brîtanya yê ji bo Sûriyeyê nû hatiye erkdarkirin Jonathan Hargreaves dest bi kar kir û behsa krîza Sûriye, alîkarî û çareseriyan kir.
Hargreaves destnîşan dike ku krîza Sûriye dikare bi riya sîyasî were çareserkirin.
Herwiha da zanîn ku ev çend sal in tawanên dijî mirovatiyê pêk tênb, divê binpêkirinanên mafên mirovî werin rawestandin heger na, dê welatê wî Brîtanya li hember rejîma Sûriye gavên cidî bavêje.
Hargreaves dibêje, dê welatê wî piştevaniya penaberên li Urdin, Libnan û Tirkiye bidomînin ji ber ku bingeheke ewle ji bo vegera wan a ser erdê xwe nînin.
Li gor Ofîsa Neteweyên Yekgirî 13 milyon welatiyên Sûriyeyî pêdivî bi alîkariyên mirovî yên bi lez hene. Hargreaves dibêje, welatê alîkariyên bilez dişîne bo penaberan.