ROJAVA.. Ofîsa ENKS li Amûdê hat şewitandin

Mihemed Şexmûs dibêje, "Di van rojên dawî de ev êrişa duyemîn e li ser ofîsên ENKS. Lê ji rêveberiya xweser kesekê serdana wan nekiriye û dest bi lêkolînan jî nekirine. Ev (lêkolîn) erkê wan e, lê çavên xwe li meseleyê digirin".
kurdistan24.net

Amûde (K24) - Ofîsa ENKS li Amûdê ji aliya çend kesên nasnameya wan nediyar ve hat şewitandin. Di encamê de alayên Kurdistanê jî hatin şewitandin. Êrişê duh êvarî rû daye.

Ji ber ku çi kes li ofîsê nebûn zererên canî çênebûn lêbelê zererên madî hene.

Serokê ofîsa xwecihî ya ENKS li Amûdê Mihemed Şêxmûs ji Kurdistan24 re got, "Em nikarin çi kesan tometbar bikin ji ber ku me bi çavê xwe nedît ka kê şewitandiye. Lê li vir desthelatek heye, rêveberiya xweser heye û berpirsyarî ya wan e. Divê ew bizanin, heger nezanin ev kêmasiya derheqê wan de ye."

Mihemed Şexmûs destnîşan dike ku di van rojên dawî de ev êrişa duyemîn e li ser ofîsên ENKS û ji rêveberiya xweser kesekê serdana wan nekiriye û dest bi lêkolînan jî nekirine.

Dibêje, "Ev (lêkolîn) erkê wan e, lê çavên xwe li meseleyê digirin".