Hunermendekî rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir

Li bajarê Mehabad ê rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Qadir Qadirî koça dawî kir.
Hunermendê Kurd Qadir Qadirî
Hunermendê Kurd Qadir Qadirî

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Mehabad ê rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Qadir Qadirî koça dawî kir.

Malpera rojhilatî ya bi navê “Haje.com” ragihandiye, îro danê sibê hunermendê Kurd Qadir Qadirî naskirî bi Qudret Axayî li bajarê Mehabadê koça dawî kir.

Qadir Qadirî jenyarê bi navbang yê neyîkê "şimşal" bû.

Qadirî sala 1927 li Mehabadê ji dayîk bibû û ji hunermendên mezin yên mîna Hesen Zîrek, Mihemed Mamlê, Seyîd Mihemed Wefayî re jenyarî kiribû.

Wî hunermendê Rojhilatî ji zarokatiyê ve dest bi jenîna zerb, neyîk, bilûr û zurnayê kiribû û beşdarî gelek festîvalan bibû.

Hunermend Qudret sê meh bûn ji ber nexweşiyê ketibû nav nivînan. Îro canê xwe ji dest da. Termê wî dê li goristana Mehabadê were veşartin.