Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetê niştimanperwer Nesredîn Hewramî peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Mixabin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetiya diyar a niştimanperwer Nesredîn Hewramî min bihîst.
Ez sersaxiyê li malbata wî ya têkoşer dikim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi bihuştê şad bike û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
17/12/2020