Qubad Talebanî û Beşîr Hedad ligel Serokomarê Iraqê civiyan

Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Fraksiyonên Kurdî Beşîr Hedad kir.
Civîna Serokomarê Iraqê Berhem Salih ligel Qubad Talebanî û Beşîr Hedad
Civîna Serokomarê Iraqê Berhem Salih ligel Qubad Talebanî û Beşîr Hedad

Bexda (K24) – Serokomarê Iraqê Berhem Salih li Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Serokê Fraksiyonên Kurdî Beşîr Hedad kir û li ser geşedanên herî dawî yên danûstandinên navbera şanda Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Serokomarê Iraqê, di hevdîtinê de bi girîngî tekezî li ser gihiştina çareseriyeke guncaw û bingehîn ji bo bidawîanîna kêşeyên navbera her du Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê li ser bingeha destûr û yasa û parastina debara jiyana mûçexur û welatiyên Herêma Kurdistanê weke hemû welatiyên din ên Iraqê bêyî ciyawazî.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku di beşeke din a hevdîtinê de Berhem Salih tekezî li girîngiya dîtina çareseriya bingehîn û giştgîr kiriye ji bo kêşeyên xelkê û bi dawîanîna qeyrana mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û dabînkirina heqên darayî li gor destûrê ji bo hemû pêkhate û deveran dûrî milmilaniya siyasî û kêşmekêşî.