Hereketa Azadî: Em bi ti awayî êrîşên hember başûrê Kurdistanê qebûl nakin

Li Diyarbekirê ji aliyê Hereketa Azadî û Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê ve civîneke çapemeniyê hat li darxistin ku hem Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin, hem jî êrîşên ku hember başûrê Kurdistanê tên kirin jî hatin şermezarkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê Hereketa Azadî û Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê ve civîneke çapemeniyê hat li darxistin ku hem Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin, hem jî êrîşên ku hember başûrê Kurdistanê tên kirin jî hatin şermezarkirin.

Hereketa Azadî û Ciwanên Neteweyî Yên Kurdistanê li Diyarbekirê derbarê mijarên sereke yên Kurdistanê de civînek çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê hat pîrozkirin û derbarê êrîşên PKK û YPGê de hat amajekirin ku nayê qebûlkirin axa bi keda Kurdan hatî azadkirin rastî êrîşên ku xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê dike bê.

Sekreterê Hereketa Azadî Metîn Pîranî dibêje ji dema li ku dera cîhanê be bila bibe Kurd ketine tengasiyê ji başûrê Kurdistanê destê alîkariyê dirêj bûye û tiştê tê kirin zirareke mezin dide hemû Kurdan.

Metîn Pîranî ji Kurdistan24ê re ragihand: “YPG dibêje ew parastina xaka Sûrî dikin û dibêjin ew partiyeke Suriyeyî ne û radibin êrîşî xaka Kurdistanê dike. Bila Kobaniyê bînin bîra xwe. Dema ku ketibûn tengasiyê Pêşmerge çû alîkariya wan û bi hev re Kobanê rizgar kirin.”

Di civîna çapemeniyê ya Hereketa Azadî de çavdêrên siyasî jî beşdar bûn û bal kêşandin ser Roja Ala Kurdistanê û êrîşên PKK û YPGê yên ser başûrê Kurdistanê û pêşmergeyan.

Çavdêrê Siyasî Mehmet Ekîncî anî zimên ku watedar e rojek beriya Roja Ala Kurdistanê êrîşî nirxên neteweyî yên Kurdan tê kirin ku ev yek nîşan dide di pişt êrîşan de kîjan hêz heye.

Mehmet Ekîncî diyar kir: “Ez Roja Ala Kurdistanê li hemû Kurdan pîroz dikim. Hêvî dikim gelê Kurd di binê wê alayê de serkeftî be. PKK dîroka Kurdan înkar dike, serokên Kurdan înkar dike û Ala Kurdistanê înkar dike. Ji bilî xwe ti kesek din nas nake.”

Ciwanên ku tevlî civîna çapemeniyê bûn jî amaje kirin ku nirxên neteweyî yên Kurdistanê ne nirxên aliyek û partiyek tenê ne û dema êrîş li nirxên neteweyî yên wek Pêşmerge, ax û Ala Kurdistanê tên kirin kî kiribe bila bike ev yek tê wê wateyê ku êrîşî hemu Kurdan hatiye kirin.