Cihûyên li Hewlêrê cejna Ronahî pîroz kirin

Li bajarê Hewlêrê cejna Ronahî ya Cihûyan hat pîrozkirin û pêkhate û olên cuda yên li Kurdistanê, beşdarî pîrozbahiyê bûn.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Li bajarê Hewlêrê cejna Ronahî ya Cihûyan hat pîrozkirin û pêkhate û olên cuda yên li Kurdistanê, beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Cejna Ronahî cejneke Cihûyan e. Cihûyên li Herêma Kurdistanê bi cil û bergên Kurdî, xwe ji bo pîrozbahiya vê cejnê amade kirin.

Li hola pîrozbahiyê, welatiyên Cihû, Mesîhî, Misilman û Kakeyî û ji olên din, ji bo pîrozkirina cejna Ronahî civiyan.

Cihûyên li Kurdistanê diyar dikin ku netewe û olên cuda bi sedan salan li Kurdistanê hatine parastin û hemû ol û netewe li vê derê hest bi aramiyê dikin.

Wezîrê Veguhestin û Gihandinê Ano Cewher ku ew bi xwe Mesîhî ye, diyar kir: “Em şanazî dikin ku li Herêma Kurdistanê pêkvejiyan û aramî heye, ku ji bo hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê ye.”

Herwiha Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Merûf ku ew bi xwe ji pêkhateya Tirkmen e, destnîşan kir: “Ev derfeta li Herêma Kurdsitanê ji pêkhateyan re hatiye dayîn, li ti welatekî derdorê tine ye.”

Cejna Ronahî tê wateya serkeftina ronahiyê bi ser tarîtiyê de.