Wezareta Pêşmerge: Divê em bînfireh bin.. Me Hevpeymaniya Navneteweyî agahdar kir..

Wezîrê Pêşmerge bersiva pirsên rojnamevanan da û got, "Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin. Divê PKK bizane ku ev êriş hem xizmeta wan, hem jî zimeta îro û siberoja Kurdistanê nake"
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl sebaret bi êrişên PKK yên ser Pêşmerge û Herêma Kurdistanê got, "Hem xizmeta wan, hem jî zimeta îro û siberoja Kurdistanê nake."

Wezîrê Pêşmerge bersiva pirsên rojnamevanan da û got, "Divê hemû alî ders û pendan ji dîrokê werbigrin. Divê PKK bizane ku ev êriş hem xizmeta wan, hem jî zimeta îro û siberoja Kurdistanê nake"

Divê em bînfireh bin û hewl bidin kêşeyan bi şêweyeke din çareser bikin.

Her wiha wezîrê Pêşmerge destnîşan kir ku Hêzên Hevpeyman ên Navneteweyî derheqê êrişên PKK de agahdar kirine.