Li Bane du kolberên Kurd di êrîşa pasdaran de birîndar bûn

Du kolberên Kurd ên xelkê bajarokê Bane yê rojhilatê Kurdistanê bi gulleyên rasterast ên Supaya Pasdaran a Îranê birîndar bûn.
Çend kolberên Kurd, wêne: arşîv
Çend kolberên Kurd, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Du kolberên Kurd ên xelkê bajarokê Bane yê rojhilatê Kurdistanê bi gulleyên rasterast ên Supaya Pasdaran a Îranê birîndar bûn.

Malpera mafên mirovan a Hengawê ragihandiye; roja 17ê vê mehê pasdarên Îranê li devera Hengejale ya bajarokê Bane, komek kolberên Kurd dan ber gulleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrîşê de du kolberên Kurd birîndar bûn.

Navê yek ji wan kolberên ku birîndar bûne, Cemîl Ehmedpûr (27 salî) û xelkê gundê Heft Taş yê Bane ye û di piyê xwe de giran birîndar bûye.

Heta niha nasnameya kolberê din nehatiye zanîn. Her du kolberên han li navenda tenduristiyê Bane hatine razandin.