Li Ormiyê 12 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê û heta niha, 1 hezar û 233 kesan li parêzgeha Ormiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane
Bajarê Ormiyê
Bajarê Ormiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Ormiyê ya rojhilatê Kurdistanê 12 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Berpirsê Ragihandinê yê Komîta Rûbirûbûna Koronayê li Zanîngeha Bijîşkî yê Ormiyê Elî Ehmed Aqazade ragihand, di 24 demjimêrên borî de 375 kesên din bi Koronayê ketin û 12 kesên din jî canê xwe ji dest dan.

Aqazade diyar kir, rewşa 711 pêketiyên Koronayê li sînorê parêzgeha Ormiyê xirap e û çareseriya tendirustî li nexweşxaneyan werdigirin.

Ji destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê û heta niha, 1 hezar û 233 kesan li parêzgeha Ormiyê bi Koronayê canê xwe ji dest dane. Herwiha nêzîkî 96 hezar kes jî bi Koronayê ketine.