Beşikçî: PKK ligel Heşda Şeibî kar ji bo têkbirina Herêma Kurdistanê dikin

“PKK ji bo nehîştina statûya Herêma Kurdistanê, hevkariya Heşda Şeibî dike”
Wêne: Îsmaîl Beşîkçî
Wêne: Îsmaîl Beşîkçî

Navenda Nûçeyan (K24) – Civaknas û nivîskarê tirk Îsmaîl Beşikçî ragihand, “PKK ji bo nehîştina statûya Herêma Kurdistanê, hevkariya Heşda Şeibî dike.”

Di gotarekê de ku li malpera “Nerîna Azad” belav kir, Beşikçî tê de tekez kir, PKK hevahengiyê ligel Heşda Şeibî dike, ji bo destkeftên Herêma Kurdistanê ji nav bibe. Karê PKKê dike, daxwaza Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê ye.

Diyar kir, di sala 1970î de ti erebek li Şingalê nebû, niha PKK û KCKê hewl didin Şingalê ji Kurdistanê bibirin. PKK li Şingalê kar ji bo berjewendiyên Îranê dike. PKK piştevaniyê li grûpên ku li nava Perlemana Iraqê dijayetiya Herêma Kurdistanê dikin dike û li herêmê jî hewl dide dubereyî û nakokiyê dirust bike.

Beşikçî nivîsiye: Pêwîst e daxwaz ji PKKê bê kirin ku qewareya Herêma Kurdistanê binase. Heger statûya Herêma Kurdistanê nanase, divê ji herêmê vekişe. Heger venekişe jî, divê bê sizadan.