Wezîrê tendirustiyê: Divê çavdêriya kesên ji Brîtanya vedigerin bê kirin

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê daxwaz dike amadekarî li hember derketina her cure vîrûseke nû bê kirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdisanê Dr. Saman Berzincî
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdisanê Dr. Saman Berzincî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ji ber derketina şêweyê nû yê vîrûsa Koronayê li Brîtanyayê, daxwaz dike rênimayên pêwîst bêne girtin.

Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî wek amadekariyekê li hember derketina her cureyeke nû ya vîrûsa Koronayê, nivîsek ji Rêveberiya Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê re şand.

Wezîrê Tendirustiyê dibêje: “Pêwîst e bi hûrî çavdêrî ji hemû geştiyar û kesên bi awayê rasterast û nerasterast bi riya firokxaneyan yan deriyên sînorî re ji Brîtanyayê tên Herêma Kurdistanê bê kirin.”

Wezîrê Tendirustiyê ji Rêveberiya Tenduristiyê daxwaz dike "Ji bo kontrolkirin û çavdêrîkirinê, di vê dema niha de karên pêwîst ên tomarkirin û çavdêriya tenduristiya wan kes û geştiyaran bikin.” Herwiha dibêje: “Em ê piştre bi tedbîrên pêwîst we agahdar bikin."

Duhî Wezîrê Tendirustiyê yê Brîtanyayê Mant Hancuk ragihand, cureyeke nû ya vîrûsa Koronayê li welatê wî belav bûye û ji kontrolê derketiye. Ji ber wê yekê jî, zêdetir ji 20 welatên cîhanê firokxaneyên xwe li pêş Brîtanyayê girtin.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî jî di daxuyaniyekê de ragihand, “Wezareta Tendirustiyê ji ber egera vîrûsa nû ya li Brîtanayê derketiye, dest bi qonaxa yekem a tedbîrên tendirustiyê dike. Wek destpêk jî, her kesê bi awayekî rasterast û nerasterast ji Brîtanyayê vedigere Herêma Kurdistanê, çavdêrî li tendirûstî wî tê kirin.