Sûriye: Hilbijartina serokatiyê ne girêdayî karê Komîteya Destûrê ye

Wezîrê Derve yê Sûriyê radighîne, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê bi karê Komîteya Destûrê ya Sûriyê ve ne girêdayî ye û dê di dema xwe de werin kirin.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad
Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê radighîne, hilbijartinên Serokatiya Sûriyê bi karê Komîteya Destûrê ya Sûriyê ve ne girêdayî ye û dê di dema xwe de werin kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di hevpeyvînekê de digel Ajansa Sputnîk a Rûsî ragihand,  ew ê li ser Destûra niha yê Sûriyê kar bikin heta danîna destûrek nû ji Sûriyê re.

Got jî, hilbijartinên serokatiya Sûriyê di dema destnîşankirî de, di naverasta 2021an de bi rê ve diçin û ti girêdana wê bi pêşketin an serkeftina Komîteya Destûrê ya Sûriyê re nîn e. Tekez jî kir jî, Komîteya Destûrê jî, vê yekê baş dizane.

Wezîrê Derve yê Sûriyê herwiha got, ew kar ji bo serkeftina Komîteya Destûrê dikin. Divê berjewendiyên Sûriyê, di serê her gotûbêjekê de be. Sûriyê serbixwe be, serweriya wê parastî be û destûra wê ya nû, divê di xizmeta milletê wê û yekparçeyiya axa wê de be.

Gera çarem a danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê roja 11ê Mijdara borî li Cenêvê bêyî ku ti encaman pêk bîne bi dawî bû. Biryar e gera pêncem a danûstandinan jî roja 25ê Çileya 2021an bê kirin.