Endamê Opozîsyona Sûriyê: Hilbijartinên rejîmê, ne rewa ye

Endamê Desteya Siyasî ya Îtilafa Sûriyê Ebdulmecîd Berekat li ser helwesta opozîsyonê derbarê hilbijartinên Serokatiya Sûriyê de diyar kir: “Hilbijartinên rejîmê ne rewa ye.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Endamê Desteya Siyasî ya Îtilafa Sûriyê Ebdulmecîd Berekat li ser helwesta opozîsyonê derbarê hilbijartinên Serokatiya Sûriyê de diyar kir: “Hilbijartinên rejîmê ne rewa ye.

Wezîrê Derve yê Sûriyê eşkere kiriye ku hilbijartinên Serokatiya Sûriyê dê were encamdan, li ser vê mijarê Ebdulmecîd Berekat diyar kir ku rejîmê qebûl kiriye ku destûreke nû ji bo Sûriyê were pêkanîn û piştre ew destûr li ser hemû Sûriyê bê qebûlkirin, him li ser hilbijartinên parlementoyê û him jî li ser hilbijartinên serokatiyê.

Ebdulmecîd Berekat diyar dike; amadekariyên ku rejîma Sûriyê dike, ne rewa ye, îradeyeke navdewletî heye, Neteweyên Yekbûyî heye, divê helwestek li dijî vê rejîmê werbigre, ji ber ku rijd e niha hilbijartinên serokatiyê bike.

Li ser pirsa "Eger hilbijartin çêbibe, gelo ev yek dê bandorê li proseya siyasî bike?" Ebdulmecîd Berekat eşkere kir ku ji destpêka proseya siyasî ve rejîm dixwaze vê demê dirêj bike û li ser erdê bi rêya çekan deverên din bi dest bixe.

Berekat destnîşan kir ku ev hilbijartin bandorê li rewatiya Komîteya Destûrî dike, hilbijartinên rejîmê jî ne rewa ne.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtilafa Sûriyê Ebdulmecîd Berekat diyar dike ku çi hilbijartin di nav axa Sûriyê de çêbibe bi hebûna Beşar Esed, em ne rewa dibînin. Ew hilbijartin bi hêza çekan tê kirin, an jî bi hebûna Îran û Rûsyayê tê kirin û em wê hilbijartinê red dikin.