Kazimî: Kar li ser çareserkirina pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê dikin

Piştî sê rojan ji civînên li ser hev, duhî Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasaya budceya sala 2021an pesend kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî sê rojan ji civînên li ser hev, duhî Encûmena Wezîran a Iraqê projeyasaya budceya sala 2021an pesend kir. Derbarê çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re jî, Serokwezîrê Iraqê ragihand, “Kar li ser dikin”

Di konferanseke rojnamevanî de, şeva borî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand, li gor projeyasaya budceya sala 2021ê, %40ê budceya sê serokatiyê (Serokomarî, Serokwezîrî û Serokatiya Parlamentoyê) di budceyê de tê birîn û mûçeyên parlamenter û wezîran jî bi rêjeya %30 dê werin qutkirin. Herwiha got: “Kar li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re dikin.”

Kazimî ragihand, “Pesendkirina vê budceyê, proseyeke çaksaziyê ya sîstema siyasî ye ku berhema çend salên borî ye. Xirapiya birêvebirinê û gendeliyê, ev rewşa aborî ya xirap jê derketiye. Herwiha daketina nirxê petrolê jî bandoreke lê ser kiriye.”

Kazimî eşkere kir ku di budceyê de li ser mûçeyên rayedarên payebilind guhertin dê werin kirin, lê di mûçeyên karmendan de ku piraniya gelê Iraqê pêk tînin, guhertin nayê kirin.

Derbarê welatiyên Herêma Kurdistanê de, Kazim diyar kir, ew niha lar li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re dikin û got: “Di dawiyê de welatiyên Herêmê, welatiyên Iraqê ne û digihin rêkeftinekê”