Zindanîkirina Hevseroka KCDê Leyla Guven hat protestokirin

Li Diyarbekirê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endam û rêveberên partî û rêxistin hevgirtiyên HDPê bi çalakiyekê zindankirina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven protesko kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endam û rêveberên partî û rêxistin hevgirtiyên HDPê bi çalakiyekê zindankirina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven protesko kirin. Parlementerên HDPê û Hevserokê KCDê Berdan  Ozturk got; emê rê nedin me derveyî siyasetê bihêlin û emê li zindan û li derve siyaseta xwe bimeşînin. Parêzerê Leyla Guven, Şivan Cemîl Ozen jî got; Leyla Guven bi van delîlan divîyabû neyê girtin û dê doza heta ber Dadgeha Mafê Mirovan jî bibin.

Parlementer û endam û rêveberên HDPê û partî û rêxsitinên hevgirtiyên wê, ji bo protestokirina girtina Hevseroka KCDê Leyla Guvenê li hejmarek bajarên bakur û Tirkiyeyê çalakî kirin. Nûnerên partî û rêxistinan, li Diyarbekirê li ber Peykerê Danezana Gergûnî ya Mafê Mirovan ya li Parka Koşuyulu  bi daxuyanîyekê girtina Leyla Guven protesto kirin û rexne li siyaseta desthilatdariyê girtin. Parlementerê HDPê û Hevserokê KCDê Berdan Ozturk got; ew dest ji rêya siyasetê bernadin.

Hevserokê KCDê Berdan Ozturk diyar kir: “Bi sekin û gotinên xwe ve siyasetmedara jin Leyla Guven ji ber gotinên xwe yên siyasî hat girtin û ji ber van gotinan niha di girtîgehê de ye. Armanç çî ye, armanç ew e ku me bêdeng bikin. Em çoka xwe natewînin. Me jî bigirin em ê di zindanê de jî û li derve jî tekoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku em bigihin armanca xwe dê têkoşîna me berdewam bike.”

Leyla Gûven, di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de di dema ku di girtîgehê de bû, wek parlementera HDPê ya Colemêrgê hat hilbijartin. Gûven, ji girtîgehê nehatibû azadkirin û wê di 8ê Mijdara 2018an de bi daxwaza rakirina goşegiriya li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî ku Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin kir Leyla Guvenê di 26ê Gulana 2019an de dawî li greva birçîbûnê anî.  Di 4ê Hezîrana 2020an de mafê parlementeriyê jê hat girtin. Parêzerê Leyla Guvenê, Şivan Cemîl Ozen got; di doseyê de daneyên hiqûqî tune ne û ev biryar siyasî ye.

Parêzerê Leyla Guven, Şivan Cemîl Ozen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Leyla Guven ji ber xebat û axaftinên xwe yên siyasî tê darizandin. Me li hemberî biryara girtinê nerazîbûna xwe pêşkêşî dadgehê kiriye. Li gorî xalên peymana mafê mirovan sedemên girtina mûwekîla me ne di cih de ne. Li gorî heman xalê, ev biryar wekî biryareke siyasî di dîrokê de cihê xwe digre.”

Ji aliyê 9emîn Dadgeha Sizayên Giran ya Diyarbekirê ve ji tawanbariyên cûda yên bangeşiya rêxsitina neyasayî 22 sal û 3 meh siz ali Leyla Guvenê hat birîn. Parêzerên Leyla Guvenê  xwe amade dikin ku nerazîbûna xwe li dadgeheke bilindtir bikin û heger negihin encamekî dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê.