Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê peywendiyeke telefonî encam dan

Li ser kêşeyên darayî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 22ê Kanûna 2020an, ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peywendiyeke telefonî encam da.

Di peywendiya telefonî de her du aliyan bi dirêjî li ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê gotûbêj kirin, bi taybetî jî li ser mijara budceyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşniyar kir ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bi awayekî çalak û di asteke bilind de, di çareserkirina kêşeyan û gihiştina rêkeftinekê ya navbera Herêm û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê, beşdar bibin.

Mesrûr Barzanî spasiya helwesta Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir, ku daxwaz dike Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane para xwe ya di budceya federalî de werbigre. Herwiha spasiya Pompeo kir ji ber piştevaniya berdewam a li Herêma Kurdistanê di dema karê xwe de.

Di peywendiyê de herwiha tekezî li giringiya pêşxistina zêdetir a peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin, bi taybetî di warê enerjiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya berdewambûna alîkariyên Amerîkayê kir ji bo hêzên Pêşmerge û herwiha alîkariyên teknîkî yên ajansa geşepêdana navdewletî ya Amerîkayê.

Di tewereke din a peywendiyê de, astengiyên di warê aramiya ewlehiyê li navçeyê û nehiştina aloziyan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê û giringiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê hat gotûbêjkirin, di çarçoveya vegera awareyan de bo cihên wan.