Amerîka tedbîrên ewlehiyê li Bexdayê tundtir dike

Ji bo bersivdana her êrîşeke grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Îraqê, Amerîka tedbîrên ewlekarîyê yên parastina, balyozxaneya xwe li Îraqê tundtir dike.
Leşkerên Amerîkî li Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê
Leşkerên Amerîkî li Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo bersivdana her êrîşeke grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li Îraqê, Amerîka tedbîrên ewlekarîyê yên parastina, balyozxaneya xwe li Îraqê tundtir dike.

Rayedarekî payebilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka got, "Weke amadekariyeke pêşwext ji bo bersivdana her êrîşeke mûşekî ji aliyê mîlîşyayên Îranê ve, Washington tedbîrên ewlekariyê yên ji bo parastina balyozxaneya xwe ya li Bexdayê tundtir dike." Herwiha daxwaz ji ji Balyoz Matthew Toler û tîma dîplomasî kir ku ji balyozxaneyê derkevin. Beşek ji dîplomatkaran jî gihîştin Hewlêrê.

Piştî nêzîkî salekê ji kuştina Qasim Suleymanî û Ebûmehdî Mohemdis di êrîşeke esmanî ya Amerîka de li Bexdayê, di çend rojên borî de hejmarek grûpên çekdaran gefê dixwin ku di salvegera kuştina wan de, tola wan hildin.

Fermandarê Feyleqa Qudis a ser bi Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis roja 3.1.2020an li nêzîkî firokexaneya Bexdayê di êrîşeke firokeyeke bêfirokvan a Amerîka de hatin kuştin.