Li Îtalyayê du penaberên Kurd di bin trênê de jiyana xwe ji dest dan

Hejmarek penaberên Kurd, piştî gihiştin Ewropayê, li ser rêyeke hesin trênek li wan da û di encama bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Hejmarek penaber, wêne: arşîv
Hejmarek penaber, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek penaberên Kurd, piştî gihiştin Ewropayê, li ser rêyeke hesin trênek li wan da û di encama bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Rojnamevanê Kurd Şoriş Ezîz Surmê ku li Îtalyayê niştecî ye, ji Kurdistan24ê re ragihand; ew penaber Kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne û temenên wan di navbera 18-20 salî de ne.

Şoriş Ezîz Surmê eşkere kir ku ew penaber ji herêma Liguria ve bi rê ketine, da ku biçin Fransayê û li ser rêyeke hesin meşiyane ji bo rêyê winda nekin.

Surmê diyar dike ku ew trêna li ser vê rêyê diçe, trêneke bilez e û bi leza 100 kîlometre di demjimêrekê de diçe.

Şoriş Ezîz Surmê behsa wê yekê jî kir ku heta niha nayê zanîn ew çawa hatine Îtalyayê, lê berî niha li devera Lecce hatine karantînakirin û ew ji kampê reviyane û hewl dane bigihin bakurê Îtalyayê, da ku ji wir biçin Fransayê.