Di vê sersalê de ji ber Koronayê elok weke berê nayên firotin

Wekî tevahiya beşên jiyanê vîrusa Koronayê bandora xwe li amadekarî û pîrozbahiyên sersalê jî dike.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Wekî tevahiya beşên jiyanê vîrusa Koronayê bandora xwe li amadekarî û pîrozbahiyên sersalê jî dike. Li Diyarbekirê jî elokfiroş dibêjin wekî berê îsal elok nayên firotin. Welatî jî amaje dikin ku ji neyîna derfetan ew sersalê pîroz nakin.

Vîrusa Koronayê dibe wesîle ku îsal di sersalê de gelek elok ji mirinê bifilitin. Ji ber Vîrusa Koronayê li tevahiya cîhanê pîrozbahiyên sersalê bibandor dibin û yek ji remzên sersalê elok jî wekî salên borî nayên firotin. Ji ber vê yekê jî beşek ji elokfiroşan li bazara elokan li benda mişteriyan e beşek jî li cihên xwe nasekinin û li nava bajêr digerin da ku mişteriyek peyda bikin. Elokfiroşên li nav bajêr digerin jî û yên li bazarê dimînin jî didin zanîn ku demeke dirêj e evqas bazara elokan beriya sersalê qels nebibu û amaje dikin ji ber ku beriya qedexyan wan elok kirîbun gelek elok man deste wan de.

Elokfiroşek li Diyarbekirê dibêje: “Ev 30-35 sal in ez vî karî dikim. Min ti carî nedîtibu ku ev kar evqas xirab be. Milet di mal de ye, kes karek nake. Dibên pere me tinne ye. Yên dewlemend jî pereyên wan hene dikirin. Yên mê ji 70-80 lîreyî dest pê dikin heta 170 lîreyî jî hene. Yên nêr jî 90-100 lîreyî dest pê dikin heta 250 lîreyî ne.”

Herwiha elokfiroşek din jî dibêje: “Sala borî karê me xweş bû lê îsal, îsal kar tine ye. Ji ber nexweşiyê qet kar tinne ye. Sala borî deravê sersalê me rojê 30-40 heb difirotin lê îsal 5-6 heb tên firotin.”

Welatiyên Diyarbekir ji ber sedemên cûr be cûr sersalê pîroz nakin. Yên ku qet pîroz nakin jî hene, yên kuli gor derfetên xwe pîrozbahiyek biçuk li dar dixin jî hene, yên ji ber derfetên qels ên aboriya nikarin pîrozbahiyê bikin an jî bo pîrozbahiyê nikarin danustanê jî bikin hene.

Welatiyek dibêje: "Sersala îsal dê ne wek sersalên borî bin. Em ê li mala xwe rûnin. Li televîzyonê temaşe bikin. Îsal nexweşî heye. Emê nekaribin wekî berê pîroz bikin."

Herwiha welatiyek din jî eşkere dike: “Min qet amadekariyek nekiriye ji ber ku derfta min nîne, pereyê min nîne. Ez encax bikaribim nan bibim mala xwe. Wekî din nikarim tiştel bistînim.”

Yekî din jî diyar dike: “Em sersalê pîroz nakin. Dibêjin ne wacib e. Em sersala xwe pîroz dikin. Sersala kurmancî em pîroz dikin.”

Ji ber ku di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna Vîrusa Koronayê de hemû navendên şahiyê di sersalê de dê girtîbin û hemû cûre pîrozbahiyên bi kom hatine qedexekirin îsal welatî dê di malên xwe de pêşwaziya sala nu bikin û pirraniya welatiyan jî didin zanîn ku ew nafikirin îsal pîrozbahiyek teybet bo ser salê li dar bixin.