Amerîka 7500 mûşekên zîrek difiroşe Erebistana Siûdî

Îdareya Koşka Spî ya Amerîkayê bi fermî Kongresê agahdar kiriye ku biryar daye 7500 mûşekên zîrek bifroşe Erebistana Siûdî.
Hejmarek mûşek
Hejmarek mûşek

Navenda Nûçeyan (K24) – Îdareya Koşka Spî ya Amerîkayê bi fermî Kongresê agahdar kiriye ku biryar daye 7500 mûşekên zîrek bifroşe Erebistana Siûdî.

Rojnameya Washington Post belav kiriye, peymana firotina wan mûşekan bi qasî 478 milyon dolar e.

Wisa tê pêşbînîkirin ku ev biryar li Kongresê rastî nerazîbûnê bê, çimkî hejmarek kongresman li dijî wê yekê ne ku çekên Erebistana Siûdî pir bin.

Kongresmanên ku li dijî pirçekbûna Erebistanê ne, di wê baweriyê de ne ku Erebistana Siûdî mafên mirovan binpê dike û li Yemenê roleke xirab lîstiye.

Mûşekên zîrek ji cûreya Paveway IV in û di armanc û arastekirinê de gelek bi hûrgilî ne.