Iraqê deriyê xwe yê sînorî yê ligel Îranê girt

Hikûmeta Iraqê biryar da, ji bo rêgiriya serîhildana vîrusa cûreya nû ya Koronayê (Covid-19), deriyê sînorî yê Şelemçe yê ligel Îranê bigre.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê biryar da, ji bo rêgiriya serîhildana vîrusa cûreya nû ya Koronayê (Covid-19), deriyê sînorî yê Şelemçe yê ligel Îranê bigre.

Endamê Şaneya Têkoşîna li dijî Koronayê yê li Besrayê Hekîm Meyahî ragihand; Encûmena Parêzgeha Besra biryar da, deriyê sînorî yê Şelemçe li ber geştyaran bigre û hemû çûnûhatin werin betalkirin, ku beşek ji wan xwendekar û nexweş bûn.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku hemû liv û tevgerên geştyarî li deriyê sînorî hatine rawestandin û tenê rê li danûstandina bazirganî tê dayîn.

Roja sêşema derbasbûyî hikûmeta Iraqê biryar da, heta 14 rojan geştên ber bi heşt welatan were sekinandin û di nav wan de Îran jî heye.